řeqîbî seg heta çawim kila kird

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  2901 Dîtin
řeqîbî seg heta çawim kila kird
minî dûçarî sed derd û beła kird
nîgar wek askî weḧşî wehabû
dem wides çon legeł xoy aşna kird
ke dîmî řûy le min çerxan û řoyî
behaney řoynî, şerim û ḧeya kird
şukur ew şoxe derdî ’aşiqî zar
be maçî lêwî şîrînî dewa kird
ke to řoyît diłî bêçareyî min
wîda’î xoy legeł ’eyş û sefa kird
ne tenha eḧmedNasnava edebîy bêçare řûte
qumarî ’îşqî to zorî geda kird