dû çawim xwên ebarênê le ’îşqî řûmetî ałit

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  1975 Dîtin
dû çawim xwên ebarênê le ’îşqî řûmetî ałit
giriftare lenaw zułifit diłim bo daneyî xałit
xwa key bêt ke min peştanî bała û qametî to bim
çi wextê piř be çing bigirim dû lîmoy newřesî kałit
nexoşî xoştire lay min le saẍî û sîḧḧet ey cana
eger yek hefte carê bêy bipirsî çone eḧwałit
be şahîy ’alemî nagořmewe emřo le dinyada
cinêw û tundî û qehir û qisey nalayq û tałit
nîgara lêm epirsî bo çî wa dêwaneye eḧmedNasnava edebî
le ’îşqî çawî toye çawekem wa bûm be ’ewdałit