dû çawim xwên ebarênê le ’îşqî řûmetî ałit

From the Book:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 1 minutes  1629 views
dû çawim xwên ebarênê le ’îşqî řûmetî ałit
giriftare lenaw zułifit diłim bo daneyî xałit
xwa key bêt ke min peştanî bała û qametî to bim
çi wextê piř be çing bigirim dû lîmoy newřesî kałit
nexoşî xoştire lay min le saẍî û sîḧḧet ey cana
eger yek hefte carê bêy bipirsî çone eḧwałit
be şahîy ’alemî nagořmewe emřo le dinyada
cinêw û tundî û qehir û qisey nalayq û tałit
nîgara lêm epirsî bo çî wa dêwaneye eḧmedPen name
le ’îşqî çawî toye çawekem wa bûm be ’ewdałit