bê taqet û meḧzûne em diłme lebo dînit

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  2756 Dîtin
bê taqet û meḧzûne em diłme lebo dînit
řeḧmê bike sa qurban derxe řuxî řengînit
şehd û şeker ey qurban bazařî şika yekcar
lew weqtewe wa derkewt le’lî lebî şîrînit
giryey minî bêçare şam û seḧer ey diłber
esłen nîye te’sîrî lay ew diłî sengînit
nesrîn û guł û lale meḧcûb ebin û wale
ger labdey ew burqe’, derxey tenî sîmînit
ḧûr û perî û ẍîlman bê qedre lelay eḧmedNasnava edebî
lew weqtewe wa dîwye řuxsarî nîgarînit