yar be maçî lêwî xoy zamî diłan sařêj eka
Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
1 Xulek
6578 Dîtin
yar be maçî lêwî xoy zamî diłan sařêj eka
tund temaşakirdinêkî şexsî ’aqił gêj eka
ey xuda ta key le derheq min wefa û meylî nîye
boç giłołey bextî min her řû le cêgey lêj eka
małekem wêran eka, řojim řeş û tarîk ebê
yar be surmey naz ke wextê çawî xoy kilřêj eka
wişkesofî hatbû eyut beheşt her bo mine
řîşî xoy cûłan wekû sabrên ke şew kawêj eka
key xwa tuccare, xwa gewre û ẍefûr û ’adłe
çon legeł ’ebda ḧîsabî qerzî řojû û nwêj eka
qafîye her çende tîkirare bełam eḧmedNasnava edebî bedił
her beyadî taqî ebroy toye carcar nwêj eka