her be şadî geřeke pestî le dił xom řem kem

were meygêř pênc xiştekî ’ewnî leser şî’rî hêmin
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 3 Xulek  1340 Dîtin
her be şadî geřeke pestî le dił xom řem kem
yar le baweş bigirim seyrî ser û perçem kem
bo meze dem deme maçêkî le lêw û dem kem
were meygêř demewê emşo xemî dił kem kem
luzewm berde serê namewê cur’ey kem kem
katê bo tîrî mujet singî minit kirde nîşan
çendî pařamewe lêt sûdî nebexşî giryan
çunke derman nekira zû kitupiř hatne jan
teşena bûnewe nasorî derûnim dîsan
zamî kone be meyî konî debê merhem kem
naz û ’îşwet mefroşe bese ey şoxî delal
to ke hawtat nîye cwanît geyîye ḧeddî kemał
ger bikem basî qed û kułmî guł û çawî kejał
mişt û małî dewê awêneyî jengawî xeyał
mest û gêjim ke heta gałe be camî cem kem
çarenûs řû keme kwê çend le şwênit degeřêm
řojgar toqî sitem bestî le dû dest û le pêm
aşna û dost û hevałim, her kesî pirsî le kêm
êste bo çareyî xem goşeyî meyxaneye cêm,
min ke řojî demewîst mîlletekem bê xem kem
demewîst bîxeme řû bîr û twana û hestî
dij bwestim le hemû karî be bêcê û sistî
xom be dûr girt le xem derd û pejare pestî
ta neřûxawe bila piř bê le xoşî û mestî
taze pêy nawê emin hodeyî xom meḧkem kem
wa le jêr barî xem û derd û kesera çemîwim
le hemû řêgeyekî tirsî hebû têpeřîwim
êste wek askê řawî bikirê wa řemîwim
çon nebem bo mey û meyxane pena tê geyum
lem wiłate hemû şitê zore benî adem kem
sozî diłdarî û lawênê leser nasłewê
řû le her layê deřom xoy dê beşwênim dekewê
yadî řojanî lemewber meke bo derdekewê
pîr û bê hêzim û êstaş diłekem her deyewê
ser û małim be fîday xał û xet û perçem kem
ser û mał, gyan û jyan pêşkeşî çawî bełeke
diłnya nîm şew û řoj satê le dest em feleke
êste wek gencîneye bas le řabirdû meke
dastanî mem û zîn kone, kiçêkim gereke
şilke řanî bigûşim bonî le sîne û mem kem
wek zerdey destî perî serdemî zû kewtime kêw
wêł û sergeştew û aware, weha zar û peşêw
êste bem pîrîye kewtûmete diłdarî be nêw
min le cwanî degeřêm têpeře zistanî dizêw
kiç ke řûm nadenê ba seyrî guł û şewnim kem
’ewnîNasnava edebî huşyar be nesûtêy û wineçî řû be fena
agirêke giřî berdawe le dar û dewena,
řû le kwê kem ke nemawim neḧeşarge û nepena
şeře baye le çyakan û hewa tûşe dena
wekû şêtan demewîst řû le çyay estem kem