eger bê perçemî ałoz û şêwawit le řût laçê

maçî şîrîn pênc xiştekî leser şî’rî hêmin
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 2 Xulek  1003 Dîtin
eger bê perçemî ałoz û şêwawit le řût laçê
xem û derd û pejarem dûr nîye biřwa legeł baçê
dezanî xoşewîstît bo le dił çespawe dernaçê
be mindałî le lêwî ałî tom estanduwe maçê
be pîrîş lezzetî ew maçe şîrînem le bîr naçê!
ewendem şîn û zarî kird nebû diłsozê lew şarey
ke řizgarim bika řojê le dest em êş û azarey
gutî pêm aşnayek řojî eweł to sya çarey
be sed diktor û derman û perestar nakirê çarey
kesêk tîrî mijołî ew kiçe kurdey le dił řaçê
řefîqan lêm mepirsin bo çî wa şêwaw û azurdey
le daxî çî ke řûm kirdote em deşt û kej û herdey
be gencî lomekarîm bo deken seyr bike lem derdey
deka gîrodetir pîranî dił teř ew kiçe kurdey
biçête mekteb û biskî be modey taze hełpaçê!
emin bakim nîye herçend le naw deryayî ẍem ẍerqim
le mekteb řojî eweł dersî diłdarî bû sermeşqim
eger êsta depirsî lêm le ber çî pest û bê şewqim
xem û derdî zemane pîrî kirdim, wişk û bê zewqim
ke şa’îr wişk û bê şor bû le naw xełkî debê laçê
le řojêka etom dît xistime ber gwêt êş û azarim
gutim: gyane demêke min be derdî wa giriftarim
be hîç kes nakirê çarey eger xot nebye xem xwarim
le goşey bê kesîda êste wa dił teng û xembarim
nîye bakim eger małim be carêkî be quř daçê
le çerxî řojgarda ser nizim naka ewey merde
le sed koşk û telar xoştir le lay ew naw kej û herde
cyawazîy çîye bo ew hewa germe weya serde
beşî kurdêkî zana lem wiłate meynet û derde
ewey netwîst biłê řebbî be derdî kurdî zana çê
ewey zanaye damaye le hest û fîkirî to hêmin
le naw kořî edîban dête meydan zîkirî to hêmin
le lay ’ewnîNasnava edebî be nirxe wirde karî bîkirî to hêmin
le naw bazařî ewřo key edebda şî’rî to «hêmin»
wekû pûłî çirûke hîç řewacêkî nîye û naçê!