le gwê bigre witey şîrîn û nask nesteq û pende

tawanî bê hêz pênc xiştekî leser şî’rî hêmin
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 3 Xulek  1271 Dîtin
le gwê bigre witey şîrîn û nask nesteq û pende
demêke ew diłey zarim le çînî perçemit bende
le xecyan pirsî řeş poşî? gutî: şînî syamende
le ko esrîn debarênim le bo kurdî peřakende,
le germên ẍerqî areq bûm û çawim her le samerende
demêke xemzedey ebroy kewanî xan û manêkim
legeł pîrî muẍan îmřo xerîkî lê dwanêkim!
ke çî êsta dezanim ew le banêk, min le banêkim
minî zencîr pisên lêre esîrî biskî cwanêkim
zemane gerçî ałoz û peşêwe keł be mû bende
le bîrim çon deçêt ew řoje bangî kirdim û nem bîst
xeyałî wek mijî dawênî kêwêk hat leser ser nîşt
ewende xoş bû lam naşê heta mawim le bîrim derçêt
gutî: êware bazařî were maçit demê nem wîst
hełoy kwêstanî kurdistanim û najîm be destende
ewendem xoş dewêy gyane, ewey bîkey giley nakem
eger ẍemzet hemûy arasteyî dił key super nakem
le řojêkî ke bîstim lêt gutit serfî nezer nakem!
diłim sed hêndî dîkane be naz bişkênê deng nakem
çi sûdêkî heye kêye bipirsê dad û gazende!
le gułşen dengî aheng û sefaye bezim û seyrane
seraser çehçey qumrî û huzar, awazî mestane
ewey pêy şad nîye biřwa, nemênê lem herêmane
cîhan û herçî xêr û xoşîye bo hełbijardine
be qanûnî tebî’et paşerok xore ewey gende
hemûy hoy yek nebûnî û dûdłîm bû wek le řêm da
ke êsta wa perêşan bûyme toz û gerd le jêr pada
mela ger xoy nemirdiba çon kerî dexura le seḧrada
eger tawanî bê hêzê nîye bo çî le dinyada
beşî min matem û şîne, beşî xełkî zemawende
le řojêkî ke fermût dujminim namerd û ser şoře
ewêstaş tîşkî edrewşê be řûnakî wekû xore
be zîndûy tê degen qet namrê em zate pispore
be mirdûyş nîşaney gulleye ew kelle piř şoře
ewêstaş dersî serbazî dełê ew şa’îre řende
be zanist çareser dekirê ewaney kospî ser řêmin
ewey berd bom dehawêjî himû katêk le jêr pêmin
gutî: ’ewnîNasnava edebî debê bimirin ewaney çaw le řê û cêmin
serî te’zîm le ber toda newandin fexre bo «hêmin»
bijî ḧacî ke kêwî hîmmetit sed hêndî elwende!