be hîwa bûm ke şadî bêt û xem biřwa demêkî tir

’îşq û azadî pênc xiştekî leser şî’rî hêmin
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 4 Xulek  2309 Dîtin
be hîwa bûm ke şadî bêt û xem biřwa demêkî tir
pizîşkim saz bika bo çarî zexmim merhemêkî tir
le nakaw asmanî girte ber toz û temêkî tir
egerçî şew direnge saqî bom têke kemêkî tir
ke wa emşew le naxmida serî hełda xemêkî tir
le deryay xem şika keştîm kitupiř kewte qûłî aw
debê dostêk dirêj ka dest û derbênê minî damaw
demêke çaweřêtim saqî çaw mest şoxekey bê naw
le bade em jeme têr ke minî tênûy ciger sûtaw
be çî dyare ke deybînim şewêkî tir jemêkî tir!
pizîşkî dest kewê wabê biłên diłpak û zanaye
bipirsin lêy nexoşî min evîne ya xo sewdaye
egerçî xom dezanim hewł û têkoşan le xořaye!
ewende derde dar û bê perestarim ke pêm waye
le ser kêkî temen hełnakirê taze şemêkî tir
be hîway mijdeyek bûm bom binêrî çît nenard axo
legeł sirwey beyan hat řadebird min řam sipard axo
dwamîn berjewendêkî ke bo xom hełbijard axo
gelêkim řojgarî tał û şîrîn řaburd axo
merg mewda deda dîsan bibînim serdemêkî tir?
dirêjey jînî piř janim bext kird berjewende zanîm
qutabî xwêndigey piř nirx û berzî «ḧacî» û «xanî»m
emin kołim neda řojê ewendey pêm kira twanîm!
geyştime ser tirupkî arezû řojê keçî řwanîm
le pêşim daye zerd û sext û mah û estemêkî tir
le ser kohsarî derd û xem ewind berzim wekû hełgurd
ewey min arezûm bû bêt nehat çî bikem temen řabûrd
wekû awingî ser gułda řija ser min xemêkî wird,
heta çarşêw beser towe debînim nazenînî kurd
beser bîlbîlekey çawî mina dekşê temêkî tir
le ber zamî bijangî tîjî dû çawî gelawêjî
be azarim be hîwam bem zuwe řûkate sařêjî
eger be kirokeyek peyda nebê demda le bed bêjî
nema xanî heta çîrokî ’îşqî ême dařêjî
dena êstaş le kurdistan dejîn zîn û memêkî tir
le baxî piř gułî hîwa hemîşe şad û bê perawim
beramber lalezarî mêxek û şewbo bû řawestam
ewey hestim debziwênê û serencî zorî řakêşam
pepûley xoşewîstîy min le şwênê nagrê aram
denîşê û bałî debzêwî le ser sîne û memêkî tir
be hîwa bûm le berzî serkewm dêwêk le řêm westa
firîştey pak siruştî tal’im cûła le xew hesta
be gyanî pakî lawî xwên řijaw, swêndim be awêsta
hezar hênde perêşan û syaçare bijîm hêşta
le naw diłda heme awatî xał û perçemêkî tir
be aştî û hêmnayî aşnam û dij be bêdadîm
le ajawe û be şêwî dûr debim layengirî şadîm
le kořî bezim û diłdarî eger cêm bê wekû xadîm
hetakû dwa pişu řêbwarî řêgay ’îşq û azadîm
eger bêcge le nakamîş nebînim berhemêkî tir
be hîwa bûm ke wa sirwey beyan bêt mijdeyek bînî
le naw bêşkey emel korpey cigergoşim ke řajênî
le naxim wek biruske dêt û hestî min decûłênî
ke firmêskim le ser řuxsarî kîjî dił şikaw bînî
gutim: yaxwa leser serguł nebînim şewnimêkî tir
le řojêkî ke xoşim wîstî her lew sawe to wîstit
hemû zanist û hest û hoş û bîrim bête jêr destit
jyanîşim be carê kirde pêşkeş çawekey mestit
şewêkî çaweřwanit bûm nehatî gyanekem wîstit
minî dił naskî şa’îr bigêřim matemêkî tir!
hemîşe bîr û yadî to dekem neykem le çî bidwêm!
jyanim bê aweng û leser řuxsarî guł biřjênim
eger espî ecel her wa le meydan ling bida deglêm
xidir nîm bo temen şêt bim be kanî jînê da nûsêm
ewendem jîn dewê ta dem denême nêw demêkî tir
gutim: wa geyme lûtkey çarenûs seyrî dekem dûrim
minî wa lanewaz û bê newa bê hêz û řencurim,
eger bo xom nekem çarî diłî tarîk û bê nûrim
be to çarey çilon dekirê derûnî piř le nasorim
xesarî bo dekey duktorî zana merhemêkî tir
çirîkey bulbul û qumrî le gułşen serwî azade
pyałey piř nebê şewnim be pencey saqîy sade
le şayî cejnî newrozda ke nêrgiz şad û amade
behar û guł, kiç û mange şew û şî’rî teř û bade
lewey zyatir cenabî şêx gerekte ’alemêkî tir?!