mangî taze derkewê wêney hîlalêkî dewê
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
1 Xulek
906 Dîtin
mangî taze derkewê wêney hîlalêkî dewê
ger temen dû ḧefte bû ewsa kemałêkî dewê
maweyek pişt gwê xirabû tîẍî jengawî xeyał
bo cela êstake seqił û mişt û małêkî dewê
řaste ḧeq jêr nakewê pêwîst be têkoşan deka
aşkiraye bangî řastî xo bîlalêkî dewê
ger kesêk wîstî ke řojê řênmayî bo bikey
kemtirîn mawe le bo em ḧałe sałêkî dewê
diłnya be her wekû yusif le řêgay çarenûs
bo hemû serkewtinêk zîndan û çałêkî dewê
seyrî burcî kewkebey bextim bika estêre nas
dû diłî bûn bo hemû karêkî fałêkî dewê
nageye amanc heta futwa neda pîrî muẍan
serperiştî meykedey key dîde kałêkî dewê!