le bo qurbanî to ademe her katê katim bê

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  721 Dîtin
le bo qurbanî to ademe her katê katim bê
be mercê katê hatî, bim kujî bełgey xełatim bê
eger sed hênde azarim bidey zarî le to nakem
le dûrît bişmirim biřwa meke řojê şikatim bê
eto biřyarî mergim derbikey xom dême pêşwazî
le dest em řojgare bedxuwe baz û necatim bê
le jêr barî giranî derd û xem dana çiłekê şanim
be serya zał debim bo xom debê ’ezim û sebatim bê
wiłatim ke’beyî amalme cêy nayełim řojê
le cêgay diłniwazîm sa eger mergim beratim bê
le destî hêrşî mujganî der naçim be asanî
eger bêtu hezaran kongir û burc û qełatim bê
zewî «dêm»yim ewende kêławe kirdûme be kiştukał
beşî naka egir gişt awî serçawey furatim bê
pena bo kwê berim ey şoxî dił řeq řênmayîm ke
ke hat řojê le řojan min le destî to şikatim bê
be şwênî çarenûs kewtûm û řastî řêge ber nadem
be pêy zanist û zanîn her debê lem řêge hatim bê!