goranî bêjê gerekme nayê

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  654 Dîtin
goranî bêjê gerekme nayê
biçřê qetarê xawker newayê
yan horey cafî yan ełła weysî
lawik, ḧeyranê, řastê, sebayê
deştê, payzê, swaro, seḧerê
beyat, mahûrê, şořê, sêgayê
şimşałê, zîlê, ’ûdê, kemanê
neyê, bilwêrê, pîkî zurnayê
yarê, dulberê, şoxê, nîgarê
firişte xûyê, perî sîmayê
xatû zîn řengê, şîrîn şêweyê
kake mem řewişt, ferhad asayê
kuřî neyjenê, meyê, meygêřê
bezmî seyranê, seyrê, sefayê
şewêkî tarê, řê tirsinakê
xudawend sa zû hełkey çirayê!