serî hełdawe şêwey bêwefayî

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  748 Dîtin
serî hełdawe şêwey bêwefayî
nema lay kes nîşaney aşnayî
debê mil keç bika îmřo hunermend
leber derdî hejarî û bênewayî
ewaney behremendin takû mawin,
le bendî xem ke nabînin řehayî
kesanêkî nezan û herc û mercin,
le řîzî pêşewen bo řê numayî
binûsê şa’îrêk hełbestî her çend,
ke dił piř ka le şadî û řoşnayî
be pûlê nay kiřn îmřo le bazař
hezar ḧacî û goran û wefayî
ke dengî hate gwêm fermûy birader
biřo aram be megre řêy cudayî
ke mirişd ḧez bika ba řeşbełek bê
debê şêx bigrî xoy serçopî şayî
were ’ewnî min û to lêre derçîn
ke hergîz nagrîn řêy řûsayî