bedřewştî û nacwanmerdî çi zû sandî řewac
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
1 Xulek
858 Dîtin
bedřewştî û nacwanmerdî çi zû sandî řewac
ger le bo nanîş nebê her bawe řû kirdin le sac
zor cyawazî le êsta û dewrî řabirdû heye
tac le bo ser bû, bełam êstake her bo pê ye tac
ew kese dwênêke daway textî paşayî dekird
îmřo sed kiřnûş dekêşê, bîkene me’mûrî bac
pê le ser nan û cwêndanit be zana yanî xot
tif le xo kirdine wek le’netî rahîb le xaç
hênd be nermî wa serî xoy naye jêr pêy dujminî
qet le bazař nafroşin şit pûlî nařewac
řûkeşî paqił bika westa meḧałe bibte zêř
ew kese namerde her namerde biçte burcî ’ac
kone bargîr çon debête espî tazî ey nezan
řext û zîn her çend bigořê çî deka westay serac