le gułzarî emel xunçey ne pişkutû ke pişko ka
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
1 Xulek
925 Dîtin
le gułzarî emel xunçey ne pişkutû ke pişko ka
debê her kes wekû bulbul le gułşen lane bo xo ka
le gułzarî emel xunçey ne pişkutû ke pişko ka
debê her kes wekû bulbul le gułşen lane bo xo ka
eger řojê beharî şadî řûy kirde geła řêjî
debê ḧałî çi bê ew kate bulbul quř be ser xo ka
ke řistey dawî bednawî le dest û pê girê dawim
detirsim min le axîrda ḧewałey tîẍî ebřo ka
be bîrim da nehat řojê ke çerxî řojgar waye
ewey serdanewênê boy debê kalay le ber xo ka
řiqî lême řeqîb wa lêwî dekirojî le daxana
be wêney ehrîmen ba toqî bed xoyî le estoka
demêke bextî bergeşte le tarîkî şewa xewtû
debê hestê le xew îtir bese řûy xoy le aso ka
ke pêwîstim be diłsozêkî zanay kurdî lê zane
hemû bîrêkî dij yek bûn le naw yek boteda koka
ewey ho ho deka hîç katê min pêy diłnya nabim
kesêkim xoş dewê merd bê hemîşe ḧez be koko ka