ay bo kaweyê, wek kawey nemir

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 2 Xulek  707 Dîtin
ay bo kaweyê, wek kawey nemir,
bête meydanê neberd kitupiř!
be destê ała, be destê kutek
be bîr û biřwa be hêzî meçek
hemû hêzî gel yek řeng yek biřwa
berew azadî û řizgarî biřwa
legeł lawanî çewsawe û hejar
hêrş berne ser qełatî zordar!
le řeg û řîşe, hełî weşênin!
berdî binçîney gişt beder bênin!
zordar petik ken wek seg be zincîr
bîken be pendî řojgarî pîr
le dadgay gel da binûsrê ferman
bikirê be berya beratî xinkan!
mafyan wergirin zor lê kirawan
karîş bispêrê be kuř kujrawan!
pak bikirêtewe wiłat le zordar
goř bikirê hemû diruşmî bedkar
bo bextyarî bo şadmanî
bo ḧukmî yasay zewî û asmanî
le naw komeł da herkes be tenya
le ser û małî bibê diłnya
ser lê şêwawîy û paşa gerdanî
encamî řeşe debê bîzanî
ger mutałakey mêjûy řabirdû,
zor řûdawî way lê hatûte řû
ewey ḧez bika bimrê be pakî
şahîdî eda kirdewey çakî
ewey bedkar bê encamî řeşe
le naw komeł da sûk û řû řeşe
ewey ke çakey kirdote pîşe
nemre, namrê, dejî hemîşe
bo haw řegezit xizmet guzar be
bo azadyan gurc û bedkar be
sistî menwêne çît twanaye
padaştî çaket le lay xudaye