nesrîn gułî beharim
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
1 Xulek
1232 Dîtin
nesrîn gułî beharim
nimuney řojgarim,
kiçêkî kurdistanim,
cwanêkî kirdigarim!
nesrîn îmřo behare
xoştir le sałî pare
ba biřoyne seyrî baxan
lew deşt û mêr guzare
nesrîn îmřo newroze
lêt bê cejne pîroze
le kurdistanî řengîn
cejnî gişt tîre û hoze
řojêk be yadî mestî
destim geyşte destî
pêm gut: nesrîn tu bî xwa
ger lêre řanewestî!
ke westa bangî kirdim
bem gute hoşî birdim
boye sûkim le latan,
çunke kiçêkî kurdim!