gutim: ey kiç le geştî

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 2 Xulek  1625 Dîtin
gutim: ey kiç le geştî
şaristanî yan deştî
wa cwan û pak řewştî
mesîḧî yan zerdeştî
e kiçe kurde nazdare,
řeng zerd û lêw be bare
bergî řeşî poşîwe,
wa melûl û ẍembare!
ew kiçe kurdey wa nazdar
ke min lêm dekird pirsyar,
destî kird be girînê
firmêskî dehatne xwar!
gutim: e kiç tû yezdan
bo destit kird be giryan?
ke min wa to debînim,
cerkim debête biryan!
gutî: ey biray kurdî min
ger bizanî derdî min
hîç carî tir lêm napirsî
melûlî û řeng zerdî min
kîjêkim lêm qewmawe,
xizim û biram kujrawe,
hanam hênawete bertan
nazanim kêtan pyawe?
ew gewraney nasrawin
dełên kurd zor pyawin
hemû mîllet firoşin,
cahîl û natewawin!
penam birde giştyan,
le wirdyan ta dirşityan
hemû lêm řû girj bûn
tifu le çarey řeşyan!
tifu le çareyan bê,
le mułk û pareyan bê
ew řoje şermezar bin
řojî jimareyan bê
ḧeyfim le kurdewarî
bo lawanî hoşyarî
xořayî řenceřo bin
zorin têkderî karî!