law: ey mame çend îxtyarî
wituwêjî law û pîr
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
1 Xulek
1031 Dîtin
law: ey mame çend îxtyarî
to xełkî kame dyarî?
bo çî dekey şîn û zarî?
be çi derdêk giriftarî?
pîr: řołe min kurdî ’îraqim
kem sebir piř îştyaqim
qewmêkî xawen nîfaqim!
law: ey mame ey nûrî çawim
kurdêkî ciger sûtawim,
xizim û birader kujrawim
meken men’im bikem zarî
pîr: řołe sebirit tałe şehdî pêweye
koşşî merdane cehdî pêweye!
zułmetî şew nûrî mehdî pêweye
megrêy zor be azarî
law: ey mame ey tacî serim
minîş wek to quř beserim
le xakî xom derbederim!
deçêjim derdî hejarî
pîr: řołe gyan zorî nemawe
şořşêke berpa kirawe
lawî kurd biřyarî dawe
bot bênin mijdey řizgarî