her kesêkî dij be gel yan nîştiman cûlayewe

şermezarî
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  763 Dîtin
her kesêkî dij be gel yan nîştiman cûlayewe
koçî kird řoyî le mêjû řû řeşî bo mayewe
aferîn bo ew cwanmerdey le jîn kołî neda
kirdewey berzî le defter yek be yek xwêndirayewe
mał û darayî cîhan hergîz beramber nakirê
wek şehadet namekey lawêk be xwên nûsrayewe
yadî serbazêkî wun bû bû le kořî cengida
şahîdî řêz girtine gořî be guł řazayewe!
her le řojêkî gelan hestyan be maf kird řapeřîn
em şeř û şořey ke her nabřêtewe û nebřayewe!
agirî jêr kay teme’ ke destî lê heł nagrî
sałehay sałe desûtê bo çî her nekujayewe
řastî û ḧeq ger hebê her wa sinûrêkî heye
neçuwe jêr barî kesêk boye bebê kes mayewe
her kesêk bo xoy nejî her wek dełên xwa bîkujê
her wekû ew mirîşkeye ḧacî ke boy gêřayewe!