tikakarim tikakarî bifermû,
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
3 Xulek
1027 Dîtin
tikakarim tikakarî bifermû,
le lay şoxî perî ruxsarî mehřû
bełên wabê îtir mû napsênim,
eger zincîr û toqim ken le estû
jyanî şadîy û piř kameranî
wekû řojanî lawênî beserçû
hîway çîm bê îtir bem řojgare
pesend dekirê řewişt û karî bedxû
le řêy hat û nehata ba sefer keyn
ewey bû bû, ewey hat û ewey çû
wiłat wêran bû, awayî hemû çoł
seraser bayeqûş kewtote qû qû
řez û baẍat û dar û kanî awî
hemû sîs û hemû zerd wişk bû
hetakey pest û bê hest dabnîşim
be zîndûyî xirawme gořî mirdû!
debê key tîşkî hîwa ser derênê
ke řûnakî bixate deşt û bistû
minîş asûde xatir yek henase
biłêm azadim û serbest û zîndû
eme pêwîstî bestirawe be xoman
debê yek bîn û yek bigrîn min û tû
heta yek negrîn azadî meḧałe
debê bimrîn le jêr barî pekupû
be hêz deşkê û şikawe kotî dîlî
hemû zincîr û bend depsê wekû mû
çîye hoy yek nebûnman ey birader
nezanîn xo perestî pûł û bê çû!
çîye dermanî em derde kuşnide
bika çarî be ḧîkmet wek erestû!
wekû zêřî xulase day biřêjî,
le naw yek boteda yek řeng û yek řû
bibête merkezî weḧdey qyasî
le îtawwile řaburdû û le hatû!
keçî «wek agirî jêr kayn legeł yek»
be řeḧmet bê ke «ḧacî» řastî fermû!
lebo bêgane çen xizmetguzarin,
wefadar û emîn û řast û yek řû!
legeł yektir be wêney gurgî harin
şiř û diř, tirş û tał û girj û bedxû
legeł yek da hemû aza û neberdin,
be wêney řostemî dastan û birzû
le řojêkî çûye jêr barî ayîn,
le ber kem hestî, îmanit le bîr çû
wehat zanî ke qewmyet diroye,
debê her mil bideyte nwêj û řojû
le lat wabû hemû îslam biraye,
’ereb bê, kurd û furs û turk û hîndû
ke êsta têgeyştî gişt diroye
hemû bo xoy hełî kird qoł û bazû
temaşake le dewrî laşekey to
hemû kewte qel û dałaş û qajû
legeł yek çend ’ecûl û lêk neburin
bełam dujmin hemûy bestin be yek mû
cewał hî xote kałay xote emca,
le jêr barî giran şanit cidew bû
be saman û diraw û małî toye
ke dujmin şad, etoş bê xêr û xwêřû
ke bangit ka wełamit her bełêye
bełê amadeye herçît ke fermû
biray kurdim bese takey nezanîn?
mutała ke hemû pertûkî mêjû
etoş qewmêkî konî aryayî,
etoş ferman řewa bûy serdemî zû
tewjimî hêrşêkî tundî to bû
supay aşûr be carêk lenaw çû
ewêstaş derfete ger yek dî bigirin
be mercêkî hemû yek řeng û yek xû
wekû «ḧacî» ke fermûy yek dî negirin
«debînî zû wiłatîşt le dest çû»