lew řoje xoşim wîstî

firmêskî tałî
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  930 Dîtin
lew řoje xoşim wîstî
her wek bit dem perestî
řûge û aramgey gyanim bûy
hoy xoş bextî û jyanim bûy
ber û bûmî řenc kêşanim,
le encamî koł nedanim!
çend aware û derbeder bim,
dûçarî řenc û keser bim!
bîr û hoşim her lay toye
wek çolekey deste moye
hatme şwênit zor lêt geřam
le zor řêga kewtim gilam!
xoşewîstît siruştîye,
le řêgay tałîm çeştîye,
ke xot le min dûr xistewe,
be evîn diłimit bestewe!
ke řoyştî becêt hêştim
firmêskî tałît pê řêştim
êstaş ey gyanî şîrînim
bo çî her le xew bitbînim?
ger bête yadit lewsawe,
mindał bûm bełênim dawe!
gyan bext kem le pênawit
bigeyte xwastî tewawit
ewsa detwanim bitbînim
le řûy to çawim hełînim