dił le min torawe dîsan hem demî yarî dewê

dił le min torawe
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  1317 Dîtin
dił le min torawe dîsan hem demî yarî dewê
arezûy geşt û guzare bax û gułzarî dewê
bulbul asa wa xerîkî aşyan heł bestine
xunçeyêkî naskî wêney demî yarî dewê!
perçemî çîn çîn beřîz hênaye dewrî řûmetî
gencî řuxsarî hemîşe cûtê pasdarî dewê!