be hîway hatinit şew ta beyanî

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  971 Dîtin
be hîway hatinit şew ta beyanî
be çawî mestî to çawim leřêye!
çîye carê guzer fermûy belaman
nîşaney gewreyî û karî be cêye!
seba îmşoke mijdey xoşî hêna
gutî: amade be dulber le řêye!
kesêk pirsî le leyla xot dezanî
ke mecnûn wêł û sergerdanî kêye?
yekem ser meşqî dersî ’eşqe fermûy
le polêka hezar mecnûnî lêye!
le bêstûn yadgarî destî ferhad,
nîgarî şîrne êsta lewêye!
eger destim le gerden tewqî mil bê
kemendî zulfî em şoxem le pêye!
wekû ’ewnîNasnava edebî minîş bo ferşî jêr pêt
serim dana, serî dana le řêye!