ey kiçî kurd řût be wêney guł geşe

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  2951 Dîtin
ey kiçî kurd řût be wêney guł geşe
şox û şeng bałat ke serwî serkeşe
hełgire řû bend û pêçet bo çîye?
to ke řû sûrî peçe bo řûy řeşe!
ger bipoşî bergî řeş şayste bot
çunke şîn û matemîn bo to beşe!
řastî fermû hêmnî şa’îr dełê:
ew geley ḧaşa deken bûnî û heşe!
min le bê dadî pena bo kwê berim?
řûm nîye lay kes biłêm çarem řeşe
em cîhaney piř le şadî û xoşîye
kurdî ger lê laberê kê bê beşe?!
kuncî bendîxane û sêdarekan,
her be bałay kurd biřawe em beşe?!
ta zuwe xwaye helî key bay şemał
sîs û jakawîn le destî ba řeşe!