zułfî pexşan kird le řûy dulber çi dawî nayewe

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  926 Dîtin
zułfî pexşan kird le řûy dulber çi dawî nayewe
lem herême her diłêk aware bû pêçayewe!
ey diłî zar û nexoş sed aferîn bo çawekey
wek mesîḧa mirduwêkî gyan beber hênayewe!
çend suleyman hatin û ferman řewa bûn seredemê
řojgar ew serguzşitey yek be yek gêřayewe
dij meweste herçî řûdawêk zeman hênaye pêş
ger mebestit berjewendî gişte bête kayewe
kafrî dił řeq hejarêkî weha çî kird bû,
bo çî kuştit wa be zarî çendî lêt pařayewe
çendeha girtyane ber řêga berew awî ḧeyat
neygeyştê kes heta êsta ke pêy nexurayewe
destî pêkird nim nimey baranî řeḧmet day řijand
herçî tawanêkî adem kirdibûy şorayewe!