yarî min nazdarî min xunçey gułzarî min
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
1 Xulek
1320 Dîtin
yarî min nazdarî min xunçey gułzarî min
xunçey gułzarî min, yarî min nazdarî min
şem’ û şewî tarî min, kułmew zułfî tuwe
kułme û zułfî tuwe, şem’ û şewî tarî min
mahî de û çwarî řewneqî encum deba
řewneqî encum deba, mahî de û çwarî min
defterî eş’arî min, te’ne le ḧafiz deda
te’ne le ḧafiz deda, defterî eş’arî min
lew diłî bîmarî min, xencerî mujganî to
xencerî mujganî to, lew diłî bîmarî min
besye tuxwa yarî min, mîḧnet û cewr wicefa
mîḧnet û cewr û cefa, besye tuxwa yarî min
ew bitî fer xarî min secde be ’ewnîNasnava edebî deba
sucde be ’ewnî deba, ew bitî ferxarî min