řêy xeta megre diłe řû bike çîn

xwar û keçîn
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  860 Dîtin
řêy xeta megre diłe řû bike çîn
ger dezanî le mebest bo çî deçîn
ta neçîn nageye awat û mebest
dest bixe destim û řê bigre biçîn
řêge herçende tirsinake bełam
eme mercêke mełê bo çî deçîn
xot dełêy nabê neçîn zûke biçîn
ger bizanî çîye encamî neçîn?
her kê řê bigrê be řast deygatê
ême nageyn çîye? gişt xwar û keçîn!
xałî ser řûy çeşebû xistîye daw
hîç gumanim nîye dernaçê le çîn!