yadî to her wekû colane diłî xiste hejan

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  1144 Dîtin
yadî to her wekû colane diłî xiste hejan
zam û nasorî derûnim kitupiř hatne jan
şarî piř şořî evîne ke lewê şah û geda
dest û pêy beste hemû kewtuwe bê nawu nîşan
sîḧrî çawit bo minî xiste teslîmî zułifit
bîrî derçûn le serim derçû be man û be neman
min řêbazî tirsinakî evîn bê bakim
serî xom řojî berî birde meko gahî jwan
textî şahî çîye lam min ke xuda pêdawim
xadîmî murşîdî pîrim le xerabatî muẍan
wekû eskenderî bê hûde le şwên awî beqa
megeřê her dû ke bê hûde lam merg û jyan
’ewnîNasnava edebî bawiř bike em nukte wekû ḧacî dełê:
[espî kon zeḧmete derçê legeł ahû řewşan]