le şwênî çî deçî ey dił xeyałit xawe deyzanim

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  1183 Dîtin
le şwênî çî deçî ey dił xeyałit xawe deyzanim
ewey to boy xerîkî ew le to torawe deyzanim
wekû dwênê mebe bêbak le řêgay xoşewîstîda,
temaşay şêweyî îmřo gelê gořawe deyzanim!
firîbî çawî mestî qet mexo em şoxe ’eyyare
wefa û ’ehd û bełênî her diroye û nare deyzanim
biro û mujgan û ẍemzet çawekem pêwîst nîye bênî
be tenya kuştinî min yek îşare çawe deyzanim
be her la řabka řizgarî nabê dił leber çengî
dû çawî bazî yarî min ke fêrî řawe deyzanim!
debê dawa bikem mafî řeway xom ba zelîlîş bim
debê her xom werî bigirim be kes nedrawe deyzanim
gutî: ’ewnîNasnava edebî nekey qet diłnyay cewrî řeqîbit bî
gutim: qurban ewêsta bed řewştî bawe deyzanim