le gułzara legeł bulbul hevałim

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  1079 Dîtin
le gułzara legeł bulbul hevałim
be řoj û şew xerîkî nałe nałim!
wekû to şêftey guł nîme bulbul
emin şeyday lêwî xunçey lêwî ałim!
mey û meygêř û meyxane bełed nîm
weha serxoş û mestî çawî kałim
çi xoşe pê denêye banî çawim
be carubî mujem jê pêt bimałim
çi derbest derd û azar û nexoşîm
eger carê bipirsî çone ḧałim?
le diłdarî emin tenya kesêkim
le naw botey ewîn wek zêrî qałim
wekû ’ewnîNasnava edebî le to dûr nîme qurban
hemîşe way le ber çawî xeyałim!