were meygêř eto bom têke kem kem

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  1229 Dîtin
were meygêř eto bom têke kem kem
mezey mestîy mine maçêkî dem dem
etoş saz jen de boman sazke sazê
be şadî deyşkênim le şekirî ẍem!
be çawî to eger tom aşna bî
legeł ẍem aşna nabim heta hem
beşwên diłda geřam hîçim nezanî
le ḧełqey zulfya ya çînî perçem
be maçêkî demî to deyfiroşim
eger bim bê hemû mułkî key û cem
le perwane emin zûtir desûtêm
berawird nakirê řûy to legeł şem
le ask siłtire em şoxe ’ewnîNasnava edebî
diłim nayê diłî bişkê be astem!