be yadî bejin û bałat takû key diłxiwazî bała bim

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  1161 Dîtin
be yadî bejin û bałat takû key diłxiwazî bała bim
bebê tawan wekû yusif le zîndanî zuleyxa bim
hemîşe min le to nêzêktirim řût her leber çawe
le tarîkî şewî tenyayya min bê çira nabim
diłî serkeş dezanim çî dewê encam nezanîne
le bo qendî memit ger min wekû mindałî sawa bim
çeşem ger xałî gonat bê lelam xoşe heta mirdin
le bend û kot û zincîr û kemendî zołfî to dabim
emendem derdî dûrî çeştuwe merc û bełên wabê
eger bimirim egîna takû mawim lêt cuda nabim
xumare, şeř firoşe, fîtne baze, mest û ałoze
şew û řoj qet le sîḧrî çawekanit diłnya nabim
gutim maçî demit nirxî çîye gyanit dewê fermû
gutî: pêm nakirê ’ewnîNasnava edebî ke her sergermî sewdabim