m dî şeyxek ji şeyxê neqşebendan

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 1 Xulek  797 Dîtin
m dî şeyxek ji şeyxê neqşebendan
vebûn bendê t min yek yek ji bendan
guşada dil ji bo min řa muyesser
nebû bê suḧbeta sûret lewendan
dilê me bû di gel ẍewẍaye’ê derd
hejand şûr û li ser me hat bi řindan
li min kurt bû řya ke’ba wisalê
ji şekil û qameta bala bilindan
ez îro serxiweşim wellahî wa’iz
li min zay’ meke van we’iz û pendan
kesê girya bibit belkî bi ’işqê
dibîtin ’aqbet elbet bi xendan
me sed hîvî heye dîsan ji seyyad
me aza ket ji qeydê qeyd û bendan
ji ahoyan me yaho xwest emma
dilê min ma di nîv muşkîn kemendan
heçî pîlek di ’işqê da ’emel kir
dibîtin ’aqbet şadan û xendan
dilê xanî eger bû genc xane
belê qet kes ne go xanî bi çendan