le dûrîy to diłî zarim eger zarî neka çi bika

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  1950 Dîtin
le dûrîy to diłî zarim eger zarî neka çi bika
le çawan xwên wekû dîcle û furat carî neka çi bika
wekû bulbul be şîn û nałe gułşen ger neşêwênê
le destî baẍewan şekwa le bedkarî neka çi bika
le şamî perçemit ger şem’î řuxsarit bigîrsênî
wekû perwane dił ger meşqî diłdarî neka çi bika
le goşey bêkesîda bê’umêd û bê emel mawe
le jîn bêzare daway mergî yekcarî neka çi bika
kesê ger besteyî zulfî kemendî yarî şîrîn bê
wekû ferhad le bêstûn kohken karî neka çi bika
gutî: ’ewnîNasnava edebî eger bê baxewan baxî sînem bê
be narinc û turinc û sêw û bê yarî neka çi bika!