şîwe û ’işwe û nazêd ku dildar dikin

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 1 Xulek  613 Dîtin
şîwe û ’işwe û nazêd ku dildar dikin
’aşiqan bo çi gelo hinde qeder har dikin
gul di gel bulbulî xweş teb’e û xendane welê
bê wefayî û cefaya ku dikin xar dikin
hûn mekin lewme ji saḧb kereman çendînu
ku çirane em û ew bê zere û bê zar dikin
wan divê hemî kes zêde ji wan razî bin
lê rûz bi teles hindekan sar dikin
dilberan ger nevya ’aşiq û şeyda puř bin
bo çira zînet û xemlê li xwe ew bar dikin
ruḧê ’aşiq řûyê me’şûq bi ser mutteḧdin
mute’edid erzê cewher inkar dikin
’izzet û řûmetî dan cumle ji bal baxwêyne
da bizanî tu ku ne şah û ne xundikar dikin
wacb û lazme da’im li me ketma emelê
’arf û ’aqil û dana ji xwe inkar dikin
ne wekî xanîye nadan neghiştî avê
peleka hildidit ya di dil izhar dikin