duřdane ji dev da me dibarin dem û satan

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 3 Xulek  1594 Dîtin
duřdane ji dev da me dibarin dem û satan
kes nîne bibet wan bifroşt li welatan
sewdagerê ’işqê peryan cumle diřêtin
qet’a û se’alîkê zemanê feteratan
qet gewherekî cewheryek nîne biha ket
bazarê cîhan maye bi van turkimen û tatan
’ebdê zehebin hindek û hind ’abdê fizze
’aşiq deryanîye ji ’îd û ’erefatan
me’şûqe cemala te û ’aşiq bi xwe ḧeywan
însan birîyane çi xeber dem ji nebatan
kuffarî bû dem daye ḧisarê û me xundikar
hêj wê li şikarê digeřîtin li felatan
tên ř beglerbegî û mîr û wezîr cumle’ê p
kuffarî û xundikarî ẍezeb kir li furatan
îslamî li cengê t me bî bo çî zebûne
lewra ku kerem nîne ḧumata kelîmatan
řûdaye ’imaratê mulûkan bi israf
mîrê piseban nadete xelqê xwe xelatan
mîrêt mehmedanî xwe dubendîne di xa’in
’îsêne li mûsayî dixûnin selewatan
xelqê me hekarî we dibîtin ku ji bo şah
ḧîna seferan ew dişehînin edewatan
mîrê nemeran wê dimrîtin ji feqîrî
şêrwan û mukis bûyîne muḧtacî zekatan
ya reb tu biparêze di vê ’esrê qizlibaş
tuẍyan û xurûcê neken ew bêne welatan
kî dê li vê serḧeddê ji pêş wan ve bwestit
kes nîne ku têr nanî bidet pênc ẍuzatan
ya reb bi du’ayê nebîy u welîyan key
bi incîl û zebûr û furuqan û tewratan
ya reb bi mekê key bi medînê bi tewafê
ya reb bi ḧeqê se’î û wuqûf û ’erefatan
ya rebbî bi lewḧ û qelem û kursî û ’erşan
ya reb tu bi mulk û melekût û semewatan
ya reb tu bi tewḧîd û bi tesbîḧ û bi zikiran
ya reb bi du’a û bi selat û selewatan
xundikarî li kuffarî muzeffer bike dîsa
da şah ji tirsan li ’umer det selewatan
naqûs û selîbê di ferengan çi rewane
ew bên bigirin cumle cihê bang û selatan
çendîn di ricalan bişehîne tu ji ẍeybê
îsale seferkêş bide xelqê xelewatan
ya malê zelal bête di nav xoze’ê îslam
qet la’qe ey xalqê nûr û zulumatan
xelqê bedewan ger çi mirin çûne beḧeştê
ḧeyfa me li ibnan û xewatîn û benatan
murted bibin ew cumle bimînin di giriftar
terka te biden ew biperistin but û latan
ev çende tefasîr û mesaḧif bi telf çûn
ḧurmet çu nema ayet û ḧerf û kelîmatan
ey me’şerê îslamê hemî salḧ û talḧ
wey ’adil û fasq jî bixiwazin de’ewatan
her kes bi qeder ḧalî biken kesb û teqerrub
bi islaḧê nufûsan dibtin wesil û liqatan
da munteqmê qadrê qeyyûm vexwazit
dada me ji kuffar û ji fuccar û buẍatan
hindî diketin xanîNasnava edebîyê bêçare gunahan
ya reb tu bedel wan binvîse ḧesenatan