leb şeker min tezkerem řojî ezel wergirtuwe

ẍezel
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 2 Xulek  720 Dîtin
leb şeker min tezkerem řojî ezel wergirtuwe
boçî emřo ke bêtaqetim nadeyê? çim kirduwe?
metłebit ger řîşwete fermû efendim çit dewê
mał û ewlad û serî min wa lepêş destî tuwe
wanekey emma řeqîb lem mes’ele dewrî hebî
çunke zułim û mekirî herwek aẍe watan fêr buwe
neqdî řoḧî min lemin wer’egrî bo to xoy exwa
qendî lêwî tûşî ger wergirtibê waykirduwe
dił kewa me’lufî çakey wesłî toye beynêke
çayeçî û çayey nedîwe sebir û aramî çuwe
herçî me’munî îdarey ḧusnî toye yek be yek
ger bikey keşfî dezanî herke xa’în derçuwe
to kewa sułtanî, şahim meylî zułimit ger nebî
def’eyê pirsyar ekey ře’yet kewa ḧałî kuwe
seyrî em gurganeke em ’aşiqane çon exon
bê xeber mawe emîrim, meste yaxo nustuwe
şarî toye ’asîme, bo şarî me’şuqanî tir
’asîme cêy ’edle cana, zułmî key têdabuwe
ger musłimanin be fexrî enbyatan sund dedem
ger nesarane be ’îsa, key dyanet wabuwe
waye ’îşqî dulberan dexlî, beser dînda nîye
xot û wîjdanit temaşa ken çiman lêhatuwe
ey xuda haware her xot zû behawarman were
ger etû lutfê nekey destiman le řûḧman şuştuwe
mes’eley temwînî ’işqit ẍedrî zor têda heye
çend kesî wek muxlîsî ḧeqdarî meḧrûm kirduwe