fîkirî nêwcûne cehennem hate nêwxaney xeyał

çaweřêy firset
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  626 Dîtin
fîkirî nêwcûne cehennem hate nêwxaney xeyał
ders û dewrî lêm mişeweş kird ẍemî mał û minał
ey felek to çît legeł min xo emin kafir nebûm
xistûmte zîndanî ’eciz û sîlsîley ehil û ’eyal
ger be çengał goşt le qelbim hełkenê pêm xoştire
nek lebeynî sî hezar sał fikirî mał bête mał
gerçî xo zor zeḧmete terkî weten kirdûme min
zor munafîne legeł yêk kesbî ’îlim û kesbî mał
menşe’î fîtne û bełay dunya û qyamet her jine
fa nizrwa hil anî fî hiza alqal fî alzilal?Erebî
şahîdim adem le cennet takû xoy bû çakî xward
herke ḧewu hate lay lêy têkçû seyrî ’erz û ḧał
muxlîsaNasnava edebî waçake boxot dabnîşî bê qise
fa’îdey nada emêsta giftugo û ḧuzin û melal