da zen nebirin ku em xemoşîn

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 1 Xulek  1026 Dîtin
da zen nebirin ku em xemoşîn
em beste dehan û puř xuroşîn
genca me di dil guher tijîne
her çende ’eyan xezef firoşîn
şahîn û bi xef me libse dîba
zahir ji xwe em pelasî poşîn
micmer sifete me cisim û can ’ûd
dil ateşe da’ma bi coşîn
meyxane bihşite ḧûre saqî
kewser meye lew ve bade noşîn
bîhodeye lafe lew ku xanîNasnava edebî
dunyager û axret firoşîn