ke qařeqařey meř hat wekû hewrî beharî

şengebêrî
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 3 Xulek  877 Dîtin
ke qařeqařey meř hat wekû hewrî beharî
hênaye xwar leser ser ew şoxe kofîy larî
be hewrî sûrî poşî zułfî kezîy û řeşmarî
pişt bestî beste piştî le jêr memkî henarî
nawî xway xiste zarî, deçête bîr şengebêrî
leser qołî kelabird kilenguçkî ketanî
parçe zîwê wederkewt lejêr befrî beyanî
le dunyada ḧerame lepaş ew newcewanî
xuda ḧîfzî bikatin le çawî dujminanî
deřwa bexan û manî, deçête bêr şengebêrî
beynî xezêm û gware nezêř ne karebaye
leser mezarî herdû řûyan zerd hełgeřaye
qelbî le qelbe herkesê biłê řoj ya çiraye
herkes ke dîtbêtî hoşî leser nimaye
bo dînî her bełaye, deçête bêr şengebêrî
beqed şeng û şoxî sułtanî newnemaman
wa kewte řê belence wek kebkî piř xeraman
le tafetî lêdeçka leser hetakû daman
kes nebû tas nebîtin leber bonî şemaman
key xwaye dête laman? deçête bêr şengebêrî
nesrîn û seru û lale, gyabend û xaw û beybûn
şimşad û ’er’er û guł, çinarî destî mecnûn
çawşořî em nîgaren, hemûy wa bûne meftûn
yek yek wekû ẍułaman bo payebosî hatûn
le pêşî xak û pabûn, deçête bêr şengebêrî
ke hate der le řeşmar řoj bû lehewrî derhat
be ḧusnî xoy denazî, serxoşe û bê mubalat
ẍewẍa dekete ’erdî, kewte sema semawat
’alemî kuşt be carê, dû çawî piř îşaret
em fîtneye le kwê hat? deçête bêr şengebêrî
bo pasewanî baẍî zabtî çawî mestî
tîr û kewanî hêna, azane girtye destî
lem baẍe nek dizê bê, baqe gułek bibestî
emrî dekirde ’esker herkes le cêy hełsitî
bo selam liẍ řawestî, deçête bêr şingebêrî
deştî qerac beheşte û ew ḧorîye be tenya
bo dił guşadî carcar meylî dekate herla
qaz û qułîng û sîne, hatûne bo temenna
binwařne karẍezalan, şon bwîte şêt û şeyda
kewtûnete çoł û seḧra, deçête bêr şingebêrî
muxlîsNasnava edebî eger çî pîre, qametî wa çemawe
emma le dił cewan û lawçak û taze lawe
bo girtinî ẍezalan keyfî leseyr û řawe
be tîrî kiçe kurdî, cerg û diłî pisawe
yeqîn karî kirawe, deçête bêr şingebêrî