perde le řûta hełdewe, herçî debîtin ba bibî

şemamey bê xet
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  924 Dîtin
perde le řûta hełdewe, herçî debîtin ba bibî
mestane nextê lakewe, herçî debîtin ba bibî
řeng zerdî destî fîrqetim, mirdî şemamey bê xetim
sa bimxe naw bêstanewe, herçî debîtin ba bibî
dił toy ke dît neyma qerar, gêy xoy neda eẍyar û yar
xoy xiste wertey ’îşqewe, herçî debîtin babbî
mîḧrabî ebroy tom hebê, ba řûm le qîble her nebî
dînim be ’îşqit gořyewe, herçî debîtin ba bibî
muxlîsNasnava edebî ewa nîwey şewe, heste biço lay yarewe
dermanî derdit her ewe, herçî debîtin ba bibî