key dega destim be bałay berzî yarî şeng û şox

koxe kox
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  752 Dîtin
key dega destim be bałay berzî yarî şeng û şox
def’eyê lew baẍe nemdîwe henar û sêw û xox
herkesêkî bû be ’aşiq yarî dił nermî nebî
’umrî gencî û ’umrî pîrî her dibête ax û ox
destî xom dana leser řûm, lêwî xom cûłandewe
załmey sûr hełgeřa ebroy bizawtin yanî yox
bezme ewşo wameke zaye’ bibîtin hatnim
řûḧekem bo to bê bes men’im meke bitêyme řox
muxlîsaNasnava edebî danîşe taze to dizît pê nakirê
baẍewan da’îm be hoş, toş pîr û saḧêb koxe kox