dulber ke seba zułfî leser řûmetî lada

řêy ẍene nada
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  748 Dîtin
dulber ke seba zułfî leser řûmetî lada
binwaře melek wa le semadan le semada
parêzî kesanda dił ke biga destî meqsûd
bo kuştinî tîrbarî becarê le penada
çawim ke sipî mawe le dûrît wekû yûsif
camet çi debê carê řewan key be sebada
dîtî ke serim xiste berî pêy be temay řûy
lem řêgeye lay da û gefî kird, serî bada
min řendî ekem zahîdî xud bîn çîye tanit
çend bestezmanî etû xot kuşt le řyada
her çende ke muxlîs be nezaket edwêtin
ew řafzî babe ebeda řêy ẍene nada