gedayî şahim û şahî cîhanim

saḧêb qiřanim
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  760 Dîtin
gedayî şahim û şahî cîhanim
ẍułamî ’îşq û azadî zemanim
xudanî de wiłatî ’îşqim leboye
qiřanêkim nîye û saḧêb qiřanim
tecella ger bika bo dił nîgarim
lenêw řûḧanîyan řûḧî řewanim
lelay yar gerçî zor herzan û sûkim
lelay badefroşan zor giranim
eger saqî bida mey ta beyanî
dezanim lîle alqidirErebîe dezanim
le meyxane eger mergim nesîb bî
şehîdî zawyey bît alamanErebî m
le řêgey ’îşqewe ger bêt û bimirim
demînê ta ebed naw û nîşanim
ke lahûtîm be nasûtî bedel bû
řeqîb şadbû ke têkçû aşyan
lebeynî xom û yar her xom ḧîcabim
kilîlî wesłe lam waye, nemanim
be zahîr gerçî zor dûrim le řendî
le diłda muxlîsî pîrî muẍanim