ey dil eger bi neqdê can cinsê giran bihayê zulf
Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
2 Xulek
1502 Dîtin
ey dil eger bi neqdê can, cinsê giran bihayê zulf
dê bikřî bizan mecan, cewherê canifdayê zulf
ẍunçe’ê teng ḧewsile, dil ji řikan bigirtibî
subḧegehan ku ser diket, lexlexe’ê hewayê zulf
meşqê diket t mekteban, řuyê nigar û ḧusnê xet
bende hezar û tiflê dil, hatne ber melayê zulf
’aşiqê bê ceger meger, sebrê ji can û dil diket
man’ê genc meqsede, heybetê ejdehayê zulf
her serê mû bi sazekî, cilwe diket bi nazekî
’aşiqê ’işqibazekî, bende diket bi layê zulf
rom û fereng û hindîyan, xal û nişan û xemrîyan
xencer û şîr û misrîyan, cenge li ber lwayê zulf
tac û tomar û bin peřan, le’il û guhar û gewheran
serxiweş û dîn û ebteran, zewqe di gel semayê zulf
law û rewal û řîspîyan, mîr û wezîr û cindîyan
serxiweş û mest û bengîyan, derde ji macerayê zulf
şeyx û murîd û salkan, şah û feqîr û malkan
çust û çeleng û çapukan dil kete bende payê zulf
ef’î û mar û ejdera, misk û zubad û ’enbera
nefxe’ê rûḧperwera, ra’ḧe’ê hewayê zulf
bê mey û bê dewayekî, bê def û çeng û nayekî
dîn diketin melayekî, cezbe’ê dilrubayê zulf
mîr û mela û mahran, çendî belîẍ û şa’ran
xanîNasnava edebî û hindî ḧazran, derde ji destê tayê zulf