hêdî li ebrîşem bide ey mutirbê demsaz

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 1 Xulek  1266 Dîtin
hêdî li ebrîşem bide ey mutirbê demsaz
sed dil bo vebin bestine her yek bi dused naz
ey badê seba piř mehejîn turre’ê dildar
’uşşaqê bi nalîne ji ber ẍulle û şehnaz
saqî bigeřîn bade’ê engûr bi tenbûr
cana bide min bûseyekê herwe bi dilxiwaz
rûḧa min û sirra di ruxê yarê bi yek řa
řoja ezelî bûne bi dil hemdem û hemřaz
xanîNasnava edebî te ẍelet zanîye ew her ji xwe yek bûn
xellaqî te’eddud bi mezahir kire i’caz