ez çûme baẍê sorgulan weqtê seḧergahê bi xef

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 2 Xulek  1972 Dîtin
ez çûme baẍê sorgulan, weqtê seḧergahê bi xef
min dî sedaya bulbulan dagirtibûn her çar teref
sewta hezar û qumryan, dengê rebab û muẍnyan
teşbîhî bezma bengyan, hevdengî hev bûn çeng û def
manendî mest û serxiweşan, ez çûme bezma mehweşan
ebrû keman û çav řeşan, cerg û dilê min kir hedef
peygan di cergî dil peřî, sing bûye sindûqa berî
seddeq ji ḧusna te perî, hêja li min kir kerb û gef
hêja li min bû kerb û kîn, zahir ẍezeb batin kenîn
lê ẍemzeyek da min nihîn, ’eqlê me dîsan bir telef
dîsan ḧebîba çav belek, iḧsan di gel me bûn gelek
lewra di gel zulfên helek, aloz me dîtîn qişt û lef
şitrî û qişt û zulf û xal, hemyan li ser ruxsarê al
vêkira hebûn ceng û cidal, lêk alya bûn sef bi sef
sef sef me dî wê kirye ceng, hindek ḧebeş hindek fereng
vêkřa birandin wek xedeng, vêkira hebûn wan laf û lef
vêkira hebûn de’wa û şer, derbûn li min tîpa teter
jêk řakirin qelb û ceger, rihtin ji dil xûna bi kef
rihtin ji dil xûna dilan, şehmar û zulfê sermilan
bê reḧim û mest û qatlan, mey xwar ji fincana sedef
wan meyxuran ebter kirîn, bê quwet û řeng zer kirîn
wellah ji dil kerker kirîn, xanîNasnava edebî bese ah û esef