ez çûme derê meykede’ê subḧeyekê zû
Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
1 Xulek
1705 Dîtin
ez çûme derê meykede’ê subḧeyekê zû
min dî yekî esmer
qamet bi misalê darê şimşadê du gîsû
manendî du ejder
çîn çîn kirbû bisk li ser gerdenê ruxsar
manendî du şehmar
kerker dixiweşîn zulfê li ser qewsê du ebrû
manendî du şehpeř
mayîm mutereqqib meger ew mezehrê i’caz
carek bi dused naz
ḧalê me tefeḧḧus bike bêje ku esîro
ez bo teme xemxiwer
min gotî: di weqtê seḧerê ew çi te da min
ey seru qeda min
gotî: tu nizanî çye min da te feqîro
e’tîtik kusirErebî
ḧetta veke lewḧê sedef û xame’ê yaqût
nêzîkî bi lahût
min seyrkirin sidre û tûba qed û dilcû
nînin çu beraber
hindî melek û ḧûr û perî bêne temaşa
ḧaşa sim ḧaşaErebî
kengî dibin ew la’qî nezzare’ê ebrû
ey dil meke bawer
yarê ji derê meykede’ê min meke bê bar
ey seyîdê muxtar
saqî ku tûy eşihd balilhErebîy ku îro
xanîNasnava edebî bûye meyxiwer