ji le’lê di yarê emin mey vexwara

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 1 Xulek  1433 Dîtin
ji le’lê di yarê emin mey vexwara
bi dil min dibexşî bedexşanNava taybet buxaraNava taybet
mudamê di destê ẍeman da zebûnim
mudamî dixom mey bikim ez mudara
dema kir me ’uzra ewê gul’izarê
dibin bê tekelluf dilê min ẍeda řa
hinarin ji bo min deraẍûş perwer
hinarek di taze ḧebîba dilara
ne yara te îro nezer da te xanî
ne yaran te mane ne raḧet ne yara